Mîrê êzdîyan: Ji ber grubên ne qanûnî xelkê Şingalê ti xweşî nedîtine

Yek ji kesayetên malbata mîrên êzdîyan dîyar kir ku sala 2014ê ve heta naha xelkê Şingalê ti xweşî nedîtine. Em dixwazin derîyekî xêrê bo xelkê Şingalê bê vekirin û xelkê me bikarin vegerin Şingalê. Gelek giringe hemû grup û hêzên neqenûnî Şingalê vala bi

Navenda Nûçeyan- Yek ji kesayetên malbata mîrên êzdîyan dîyar kir ku sala 2014ê ve heta naha xelkê Şingalê ti xweşî nedîtine. Em dixwazin derîyekî xêrê bo xelkê Şingalê bê vekirin û xelkê me bikarin vegerin Şingalê. Gelek giringe hemû grup û hêzên neqenûnî Şingalê vala bikin.

Yek ji kesên malbata Mîrên êzdîyan Mîr Dasin Mîr Faruq beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev çend sale çend grup û alîyên sîyasî dest bi ser Şingalê de girtine. Heta naha wan grup û alîyên sîyasî nekarîne ti xizmetekî bo Şingalê bikin. Em dixwazin hemû xelkê me bibin yek dest û yekrêz bin û xemxorê parastina berjewendîya gel û ava kirina Şingalê de bin. Em dixwazin milmilana sîyasî li Şingalê nemîne. Ji ber ew milmilana sîyasî di berjewendîya grup û alîyên sîyasî yên neqanûnî de ye û ne di berjewendîya êzdîyan de ye. Tenê karê têkdanê naha li Şingalê tê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Heta hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û PDK ne vegere Şingalê, êzdî navegerin. Ji ber tenê PDKê xwedî li êzdîyan û berevanîyê li mafên wan kirîye. Naha jî xelk li bendê ne baskê PDKê vegere Şingalê û ewlehî li Şingalê ava bibe, ku dest bi avadanî û jîyanê li Şingalê bê kirin.’’

 

 

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be