Mîkrofon ji bîr kir û zanyarîyên hestyar ên li ser Yewnanistan û Tirkîyê eşkere kir

Wezîra Berevanîyê ya Almanyayê li ser milmilanîya navbera Tirkîye û Yewnanistanê ya li rojhilatê Deryaya Spî bi xeletî zanyarîyên neragihandî eşkere kir.

Annegret Kramp-Karrenbauer, Wezîra Berevanîyê ya Almanyayê îro çarşemê di civîneke wezîrên berevanîyê yên Yekîtîya Ewropayê de li Berlînê, li ser asta serkeftina danûstandina navbera Tirkîye û Yewnanistanê bersiva pirsa Josep Borrell, Rêkxerê Sîyaseta Derve yê Yekîtîya Ewropayê da, lê wisa xuya ye Wezîra Almanî nizanibû mîkrofona wê vekirî maye.

Di encama vê xeletîyê de, Annegret Kramp-Karrenbauer li hember hemû rojnamevanan axivî û got: “Helwest dijwar e, alîyê Yewnanistanê hinek nermtir e, lê alîyê Tirkîyê gelek tund e.”

Josep Borrell jî dibêje: “Tirk gelek bi hêrs in û wisa hîs dikin ku pişta xwe bi Yewnanistanê girê nedin.”

Piştî ku Enqere keştîya pîvanê ya bi navê Oruç Reis şande rojhilatê Deryaya Spî bo lêgerîna çavkanîyên sirûştî, alozîya navbera Yewnanistan û Tirkîyê zêde bû û Atîna ev pêngava Enqerê, weke neyasayî bi nav kir.

 

K24

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe