Mîkhaîl Bogdanov naveroka serdana xwe bo Hewlêrê aşkere dike

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov di konferanseke rojnamevanî de navroka civînên serdana xwe bo Hewlêrê aşkere kir.

Navenda Nûçeyan- Mîkhaîl Bogdanov ragihand, civînên wî li Hewlêrê gelekî girîng bûn û tê de behsa rewşa navçe û Iraqê kirin.

Dîyar kir jî, wî bi Serkirdatîya Kurd re gelek babetên girîng guftûgo kirin. Got jî: Pêşerojeke baş ji bo pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê heye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: Kompanyayên mezin ên Rûsya di warê wize de li vir kar dikin û di wê derbarê de me behsa pêwendîyên di warên aborî û wiza de kirin.

Derbarê hevdîtina bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) re Bogdanov dîyar kir, divê Kurdên Sûrîyê bi hemû pêkhateyên din ên Sûrîyê re bi hikûmeta wî welatî re guftûgoyê bikin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê  û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov duhî Çarşemê danê nîvro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistan Kurdistanê.

Bogdanov li Hewlêrê ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîyabû.

 

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin