Mike Pompeo: Tirkîye bi Karanîna S-400 Fikaran Çêdike

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku Tirkîye bi karanîna sîstema berevanî ya Rûs ya S-400 fikaran çêdike.

Navenda Nûçeyan- Pompeo di preskonferanseke li Washingtonê de ji rojnamevanan re da zanîn ku Washingtonê ji Enqerê re bi awayekî eşkere gotiye ku ji karanîna S-400 ya Rûs dûr bikevin.

‘’Em hêvîdar in, bi Tirkan re danûstandinê bikin û hewil bidin ku çareserîyekê bibînin’’ Pompeo got.

Wî da zanîn ku karbidestên Amerîkî û Tirk bo çareserîyê danûstandinê dikin.

Karbidestên Tirk didin zanîn ku wan ser nekaranîna S-400 soz nedaye ti kesî.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dabû zanîn ku jiber ku pêwîstîya wan bi S-400 hebû wan ew sîstem sitandîye.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist