Wezîrê berê yê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji Washingtonê xwest ku piştgiriyeke bihêztir bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Mike Pompeo di nivîsa xwe ya di New York Postê de ji bo hevahengiya bi Amerîkayê re ya dema şerê li dijî DAIŞê pesnê rola Herêma Kurdistanê da û got:
"Kurdan qet jiyana Amerîkiyan nekiriye qurbanî, Kurd qet tevlî terora li dijî Amerîkayê nebûne û wan tim berjewendiyên hevpar parastine."
Pompeo amaje pê kir ku Bexdayê li ser daxwaza Îranê ji aliyê aborî ve dorpêç xistiye ser Herêma Kurdistanê û rê li ber hinartina petrolê Herêma Kurdistanê digire.
Mike Pompeo diyar kir ku nêzîkî 45 milyar bermîl rezerva petrolê ya Herêma Kurdistanê heye ku dibe nêzîkî sêyeka hemû rezerva Îraqê be û li Herêma Kurdistanê çavkaniyeke mezin a gaza xwezayî jî heye.
Wezîrê berê yê Amerîkayê destnîşan kir ku bipêşketina aborî ya Herêma Kurdistanê dê aramiya herêmî û ewlehiya enerjiyê ya Amerîkayê bihêztir bike.
Mike Pompeo piştgiriya xwe ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê ya sala 2017an ducare kir û alîgiriya Washingtonê ya ji bo Bexdayê ya wê demê wekî "şaşî"yê bi nav kir û got dema wê hatiye ku ev siyaset were vekolîn û Washington wê şaşiya xwe rast bike.
Divê were gotin ku Tirkiye carinan bi hincetên cuda li Başûrê Kurdistanê êrişan pêk tîne.
Îranê jî 15ê Kanûna Paşîn a 2024an bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir. Di vê êrişê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.
“Divê Amerîka xetên sor deyne”
Pompeo diyar kir ku divê Amerîka li dijî êrişan xetên sor deyne û li daxuyand:
"Nabe ti hêza herêmî bê sizadan li dijî hevpeymanên me operasyon bike. Divê Amerîka xetên sor deyne.
Di salên xizmetkirina xwe de ez fêrî wê bûm ku Amerîka di wê demê de bihêztir e ku piştgiriyê dide wan kesan ku nirxên wan ê hevpar hene û berdewam berjewendiyên me bi pêş ve dibin.”
Li hêla din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtona paytexta Amerîkayê ye.
19ê Gulanê di warê enerjiyê de di navbera Herêma Kurdistanê û 2 kompanyayên mezin ên Amerîkayê 2 peymanên petrolê hatin îmzekirin.
Pompeo ev ziyareta Serokwezîr Barzanî bi bîr xist û nivîsî:
"Di vê dema ku em li gel Herêma Kurdistanê rêyên bipêşxistina hevbeş a aştî û xweşguzeraniyê nîşan didin, pêwîst e li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyeke germ were kirin."
Mike Pompeo ji 2018an heta 2021ê di serdema yekem a îdareya Donald Trump de wekî 70emîn Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê kar kir.
Ew ji 2017an heta 2018an jî Birêvebirê Dezgeha Îstixbaratê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) bû.