Mihrîcana fîlman a ‘Kurt û Kurmancî’ tê lidarxistin

.

Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî bi serpereştiya malpera sinemayakurdi.com û Tor Film Production tê lidarxistin.

Malpera sinemayakurdi.com û Tor Film Production ragihandine ku wê “Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî” bê li dar bixin û serlêdanên mihrîcanê jî heta 22yê Tebaxa 2021ê berdewam dikin.

Di daxuyaniya bo serlêdanên mihrîcanê de hatiye gotin, filmên ji bo festîvalê werin çêkirin an jî bên şandin divê herî zêde yek deqe bin û mijara filmên îsal divê li ser zimanê kurdî bin.

Navê xelatên bo filmên di pêşbirkê de bên hilbijartin 4 xelat hatine diyarkirin ku wê her filmê bikeve rêzên xelatê 250 euro bê dayîn.

Malpera sinemayakurdi.com û Tor Film Production bang li beşdarên mihrîcanê kir, “Qet dûr neçin, beriya her tiştî li derûdora xwe bihizirin û çîrokên xwe vebêjin.”

Kesên dixwazin beşdarî mihrîcanê bibin divê filmên xwe bişînin navnîşana mihrican.sinemayakurdi.net

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin