Mihemed Tofîq Ellawî ji pêkanîna hikûmetê vekişîya

Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, Mihemed Tofîq Ellawî bi fermî ji pêkanîna kabîneyê vekişîya û ragihand, wî nameya vekişîna xwe ji vî erkî radestê Serokomar kirîye.

Navenda Nûçeyan - Mihemed Tofîq Ellawî di du twîttan de ev biryara xwe aşkere kir û ragihand, wî di navbera posta serokwezîran û gel de, alîyê gel hilbijartîye.

Ellawî dibêje: “Bijarde sade û zelal e ku ez bi gelê xwe yê xweragir re me, bi taybet dema min dît hin alîyên sîyasî di meseleya reforman de û bicihanîna sozên xwe yên li hember gel nerastgo ne û astengî xistin pêşîya avakirina hikûmeteke serbixwe ku ji bo niştiman bixebite.”

Ev biryara Ellawî di demekê de ye, ku roja Duşemê dawî derfeta wî bû ku kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.

Îro biryar bû ku parlamentoya Iraqê ji bo bawerîdan an bawerînedana bi kabîneya Ellawî bicive, lê belê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî, civîn nehat pêkanîn.

Li alîyekê din, Serokomarîya Iraqê ragihand, wan her ji niha ve li gel alîyên sîyasî dest bi şêwiran kirine, ji bo destnîşankirina kesekî din bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmet.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî