Mihemed Îsmaîl: Kurd li Sûriyeyê li beranberî erk û gefên mezin in

.

 Careke din êrîşî bingeheke PDK-Sê li Qamişloyê tê kirin û ew bingeh tê şewitandin, sikirtêrê wê partiyê jî amajeyê dide, “Dijîtiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS û xebata neteweyî û rêbaza resen a Kurdîniyê berdewam e”.

Sikirtêrê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl duhî (Sêşem, 14.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Hêşta erkên mezin û gefên giran li bernaberî Kurdan li Sûriyeyê hene û di eynî demê de hejmareke kes û koman li dijî paşeroj û neteweya wan radiwestin û kiryarên nehejî berdewam in”.

Mihemed Îsmaîl amaje jî da, “Xebata me pêxemetî pirsa neteweyî li Sûriyeyê berdewam e û em destan jê bernadin”. Herwesa got, “Bingehên me berdewam di xizmeta pirsa neteweyî de vekirî ne û ji bilî wê xizmetê çi behsên din tê de nehatine kirin heta ku êrîşî wan bê kirin”.

Navbirî tekez jî kir, “Berdewam dersên Kurdîniyê li bingehên ENKSê û PDK-Sê hatine dan û xizmeta rewşenbîrî û zimanê neteweyî hatiye kirin”.

Pêştir jî bi dehan ciwanên girêdayî tevgera Ciwanên Şoreşgêr li roja Înê, 01.03.2024, êrîşî nivîsîngeha PDK-Sê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir ku ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS merasîmên salvegera 45ê ya wexera dawiyê ya Mela Mistefayê Barzanî tê de dihatin kirin”.

K24

Kurdistan Haberleri

Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Kerkûkê: Em amade ne bi dil û can xaka pîroz biparêzin
Îlham Ehmed: Em bi dilgiranî li zêdebûna vegotina kînê dinêrin
Hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyan
Joanne Cummings: Ez bawer nakim Amerîka piştgiriyê bide armancên HSDyê
Ozçelîk: Pirsa Kurd ne tenê karê Ocalan û dewletê ye, karê hemû miletê Kurd e