Mihemed Hesen: Li Efrînê 293 dibistan ji bo sala nû ya xwendinê amade ne

.

 Birêvebirê Perwerdeyê yê Efrînê Mihemed Hesen ragihand ku ew bi temamî ji bo sala nû ya xwendinê amade ne ku dê 21ê Îlona 2025an dest pê bike.

Hesen da zanîn ku 293 dibistan ji bo pêşwazîkirina zêdetirî 110 hezar xwendekaran amade ne, di nav wan de ew koçberên Kurd jî hene ku beriya vegera deverên xwe, li gorî bernameya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê perwerde dîtibûn.

Birêvebirê Perwerdeyê yê Efrînê da zanîn ku dibistanên li herêmê dê bernameya xwendinê ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê hatiye derxistin bi kar bînin.

Mihemed Hesen ji Rûdawê re got, "Li herêma Efrînê, em amade ne ku pêşwaziya hemû xwendekaran bikin.

Hemû dibistan niha amade ne û nêzîkî 293 dibistanên me yên seretayî, navîn û amadeyî hene."

Mihemed Hesen eşkere kir ku sala borî ya xwendinê bi tomarkirina 110 hezar xwendekaran bi dawî bû û tê çaverêkirin ku ev hejmar di sala nû de zêdetir bibe.

"Dibistana herî mezin a Sûriyeyê li Efrînê ye"

Hesen amaje bi hewlên mezin ên ji bo bipêşxistina binesaziya perwerdeyê kir û diyar kir ku 40 dibistanên nû hatine avakirin û 247 dibistanên din bi temamî hatine nûjenkirin.

Birêvebirê Perwerdeyê yê Efrînê got,“Me li bajarê Cindirêsê dibistana herî mezin a Sûriyeyê ava kir ku ew jî dibistana 'Xalid bin Welîd' e û ji 102 polan pêk tê.”

Birêvebirê Perwerdeyê yê Efrînê behsa bernameya nû ya xwendinê kir û got, “Bernameya ku di salên borî de dihat bikaranîn, bernameya Sûriyeyê bû ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve dihat derxistin û ew bernameyeke guherandî bû...Bernameya ku dê li dibistanên me were bikaranîn, ew bername ye ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve tê derxistin.”

Hêsankarî ji bo tomarkirina xwendekaran tê kirin

Mihemed Hesen tekez kir ku deriyê dibistanan dê ji bo hemû xwendekaran vekirî be, heta ji bo yên ku belgeyên wan ên fermî kêm in jî.

Li gorî biryara Wezareta Perwerdeya Sûriyeyê, armanc ew e ku pêvajoyaa tomarkirinê ji bo her kesî hêsan bibe.

Mihemed Hesen got, “Dê her xwendekar li dibistanê be, heta yên ku belgeyên wan ên fermî nînin jî. Em dê wan bi belgeyên heyî tomar bikin û paşê yên pêwîst dê bên temamkirin.”

Hesen her wiha anî ziman ku ji bo wan xwendekarên di warê akademîk de lawaz in, dê bi rêya "dersên zêde" piştgirî were dayîn da ku ew karibin bigihîjin hevalên xwe.

Hejmara karmendan dê zêde bibe

Berpirsê Hikûmeta Sûriyeyê diyar kir ku niha 3,500 karmend hene. Wî da zanîn ku hejmara dawî ya pêwîst, dê li gorî hejmara xwendekarên tomarkirî di destpêka salê de were diyarkirin.

Siyaset Haberleri

Hejmareke DAIŞiyên tawanbarên komkujiyên Êzidiyan bi lêborîneke giştî hatine berdan
Celadê Sedam Hecac Tikrîtî li tawanên dijî Kurdan mikur hat
Pedersen: Hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê gef e
Mezlûm Ebdî û Şêx Murşid Xeznewî civiyan
Koalîsyon li Rojavayê Kurdistanê baregehên xwe bihêz dike