Mihemed Hesan li cihê Plasschaertê li Îraqê hat danan

.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Mihemed Hesan ji Emanê wekî nûnerê xwe yê taybet ji bo Îraqê û Serokê Şandiya Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya Îraqê UNAMI damezrand.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres duh roja Duşem,  destpêkirina karî ya Mihemed Hesan ê xelkê Emanê wekî nûnerê xwe yê taybet li Îraqê û Serokê Şandiya Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya Îraqê UNAMI ragehand, ku cihê Jeanine Plasschaert a Holandayî digire.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî spasiya pabendbûn û serkirdetîkirina UNAMIyê di dema borî de kir.

Neteweyên Yekgirtî amaje jî da, “Hesan ezmûneke berfireh a diplomatîk tîne wî postî ku zêdetirî 30 salan ezmûna karkirinê di warên diplomatiya xweparastin û avakirina aştî û pêşxistinê de heye, vê dawiyê wekî nûnerê herdemî yê Emanê li Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê (ji sala 2019ê ve) kar kiriye. Berî hingê jî, wî erkên cuda cuda li Wezareta Derve li Mesqetê hebûn, wekî Cîgirê Wezîrê Karûbarên Diplomatîk bi wekalet (2016), Serokê Dîwanê (2015) û Berpirsê Nivîsîngeha Wezîran (2012).

Di postên xwe yên cuda cuda de li ser astê bilind, Hesan wekî Balyozê Neasayî û desthilata reha ya Emanê li federasiyona Rûsyayê û di eynî demê de wekî balyozê nebinecih li Bîlarûsya û Ukrayna û Ermînya û Moldovayê kar kiriye. Herwesa pêştir postê Cîgirê Nûnerê Herdemî yê Emanê li Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê wergitiye û berî hingê jî Cîgirê Nûnerê Herdemî yê Emanê bû li Neteweyên Yekgirtî li Cinêvê.

Hesan bawernameya Bekaliryosê bi zanistên siyasî ji zanîngeha Washingtonê li Amerîkayê û bawernameya masterê bi zanistê peywendiyên navdewletî li zanîngeha Saint Johnê li New Yorkê li Amerîkayê û bawernameya PhD di warê aborî de ji zanîngeha hikûmî ya Moskoyê ya aborî û amar û zanyaran MESI li Moskoyê li Rûsyayê wergirtine û zimanên Erebî û Ingilîzî û Norwecî û Rûsyayî dizane.

 

 

 

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî