Mihemed Hacî Mehmûd: Divê dadwerê Kurd li dadgeheke navdewletî giliyê li Dadgeha Federalî bike

.

Sekreterê Hizba Sosyalîsta Demokrat  a Kurdistanê ragehnd, ku li Iraqê dadgeheke Federalî tineye, belku dadgeheke hizbiye û biryarên wê siyasî û hizbîne.

Serokê Partiya Sosyal Deemoktata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’ Me di mêjde behsa wê kiriye ku dadgeha Federal, dadgeheke hizbî û Erebiye û ne tu tiştek din nine. Diviya dema biryara  hilweşandina Parlamentoya Kurdistan de, dadwer û Wezîr û parlamenterên kurd  vekişiyana û naha jî dereng nebûye û ew dadwerê kurd yê ku vekişiyaye a ku li ser dadgehê dizane, li dadgeheke navdewletî de dosyayê tomar bike, ta ku bên û dûvdeçûnê li ser biryar û desthilatiya wê bikin.

 Herwaha got, ‘’ Ew dadgeh roj bo rojê biryarên nerewa li dijî gelê me derdixe, dadgeheke hizbiye û ji Sedir, Malikî, Emarî, Fazîlle, Yekitî û dadwerekî Partî pêk hatibû, naha Partî jê vekişiyaye û dadgeh bê alî nine û Hizbiye.’’  

Mihemed Hacî Mehmûd dibêje: ‘’  Çendên Encûmenên şûra û dadgehên kurd hene, dikare bi yasa bersiva biryara neyasayî û nedestûriyên dadgeha binav Federal bide yan jî bi rêya dedgehên Navddewletî hewla xwe bide. Nabe ku em tenê birunin û temaşeyî dadgeha binav Federal û Iraqê bikin, ta ku bi rêya yasa me bifetisînin û gelê me daqurtînin.’’

Serokê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê herwaha got. ‘’ Min çêvpêkeftinên birêz Mersûr dît baş bû û tiştên nû têda habûn, pêwîste em wan tiştê ku gotiye bixine çarçeveya wan  yasayên ku li Herêmê hene û cêbicî bikin, Ji ber ku behsa binpêkirinên li dijî Kurdan û nerazîbûnên wan kir.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist