Mihemed Ferec: Îro Yekgirtûya Îslamî biryarê li ser pêkanîna kongrê dide

Rêveberekî Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku îro Yekgirtûya Îslamî di civîna xwe de biryarê dê li ser roja pêkanîna kongreyê bide.

Navenda Nûçeyan- Rêveberê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê Mihemed Ferec ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 14.12.2019ê di civîna rêveberîya Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê de biryar dê li ser roja pêkanîna kongreya heştemîn a Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê dê bê dayîn.’’

Li gor zanyarîyên BasNewsê dawîya vê mehê ango 25.12.2019ê kongreya Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê dê pêkbê.

Di heman mijarê de parlamentera Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Hiliz Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare roja 25.12.2019ê wek roja kongrê bê destnîşan kirin.’’

Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê heta naha 7 kongre pêkanîne û ev jî dibe kongreya heştemîn.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist