MHP li dijî gotina “Kurd berî Tirkan bûne misilman” derdikeve

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li dijî gotina di pirtûka waneyê ya pola nehem de “Piştî Ereban yekemîn Kurd wek civak bûne misilman” derket.

Di pirtûka waneya dîroknasî ya bo polan nehem de li beşa jêr sernavê “Misilmanbûna Tirkan” tê gotin ku di heyama çar xelîfeyan de wek girseyî peywendiyên Kurd û Misilmanan çêdibe û piştî Ereban yekemîn Kurd wek civak bûne misilman.

 

Sekreterê Giştî yê MHPê Îsmet Buyukataman derbarê vê yekê de, nameyek ji Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ziya Selçuk re şand û têde dibêje ew beşa navborî ji bo perwerdeya niştîmanî ya Tirkî metirsîdar e.

 

Îsmet Buyukataman di nameya xwe de ev beş weke propaganda bi nav dike û dibêje: “Di heyama çar xelîfeyan de çend qebîleyan ola îslamê qebûl kirine, lê ji hewldana îspatkirina ku piştî Ereban wek girseyî Kurd derbasî îslamê bûne, armanc ew e ku dixwazin berê mijarên siyasî û civakî yên Tirkiyê biguher in. Ev ji aliyê perwerdeya millî ve metirsîdar e. Bi hesabê ku Kurd berî Tirkan li herêmê hebûn, dixwazin têgeha ku xwediyê rasteqîn ê vê erdnîgariyê Kurd in, belav bikin.”

 

Buyukataman herwiha îdia dike ku ew agahî ne zanistî ne û ti sûda wan bo xwendekaran nîne, lê bizanebûn ew di pirtûkê de hatine nivîsandin.

 

Sekreterê Giştî yê MHPê xwendina pirtûkê weke wane şermezar dike û daxwaze ji Wezareta Perwerdeya Tirkiyê dike ku derbarê kesên ku pirtûk amadekirinê de gavên pêwîst bê avêtin.

 

 

Pirtûka navborî ji aliyê Samî Tuysuz hate amadekirin û ew zanyariyên xwe hilperse pirtûka dîroknasê Îranî Belazûrî ya bi navê “Fetûhul Bûldan”.

RÛDAW

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da