MHP ji bo girtina HDPê serî li dadgehê dide  

.

Partiya Tevgera Netewperwer a Tirkiyê (MHP) ku bi navê Tifaqa Cumhur şirîkê hikûmeta AKPê ye, ragihand ku heger Serdozgeriya Bilind doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) veneke, ew dê wekî partî ji bo girtina HDPê serî li dozgeriyê bidin.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî ev demek dirêje daxwaza girtina HDPê dike ku piştî pesendkirina doznameya bi hinceta bûyerên 2014an ên Kobaniyê li 108 rêveber û endamên HDPê hatiye amadekir, careke din daxwaza girtina HDPê kir.

MHPê ragihandiye ku heger Serdozgeriya Bilind doza girtinê veneke, ew dê di çarçoveya benda 100î ya qanûna partiyên siyasî dozê vekin daku HDP bê girtin.

Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser girtina Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve bi heman hincetên siyasî hatiye girtin, biryara demildest berdana wî dabû, lê hikûmeta Tirkiyê red kiribû wî berde û doznameyeke din a Kobanî hat amadekirin ku Demirtaş jî dubare ji heman dozê tê darizandin.
 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist