Mezlûm Ebdî û Şêx Murşid Xeznewî civiyan

.

 Dr. Şêx Murşid Xeznewî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî re civiya.

Di civînê de Xeznewî piştgiriya xwe ya ji bo HSDyê dûbare kir û her du aliyan bo paşeroja Sûriyeyê tekezî li ser girîngiya diyalogê kir.

Dr. Şêx Murşid Xeznewî derbarê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê de postek belav kir û ragihand ku wî piştgiriya xwe ya tevahî ji bo HSDyê careke din dubare kiriye.

Alimê Kurd da zanîn ku di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser wê yekê kiriye ku "diyaloga xelkê Sûriyeyê" rêya tekane ya ji bo gihîştina aramiyê ye.

Her wiha, di civînê de li ser girîngiya aktîvkirina "Komîteya Diyaloga Kurdî" jî nîqaş hatiye kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist