Mezlûm Ebdî: Tabelayên li bajarên Kurdan dê duzimanî bin

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Li bajarên wekî Kobanî, Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Dirbêsiyê dê tabelayên duzimanî (Erebî û Kurdî) werin bikaranîn”

Mezlûm Ebdî xwest ku rê bidin wan peymanên ku li gel hikûmeta demkî ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê û pirsgirêka lîsteyên li Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê (Hesekê) hatine kirin.

Wî bi rêya ANHAyê diyar kir ku ji bo berdewamiya pêvajoya yekbûnê, divê dosyayên din ên saziyên dadgeriyê neyên astengkirin.

Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, dosyaya dadgeriyê yek ji wan xalan e ku hinek astengî derketine pêşiya wê.

Ji ber van astengiyan li bajarê Hisîçayê li ber Koşka Dadweriyê xwenîşandan hatin lidarxistin.

Gel rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelaya avahiyê protesto kir û daxwaza çareserkirina dosyaya dadgeriyê kir.

Lihevkirina li ser dosyaya dadgeriyê

Mezlûm Ebdî sedemên rawestandina pêvajoya dadgeriyê û peymanên nû rave kirin û diyar kir ku "di vê mijarê de nêzîkî du hefte berê hinek pirsgirêk derketin û ev bû sedema astengiyeke demkî."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk da zanîn ku nakokî ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal a ji bo tevlîkirina dadgerên Rêveberiya Xweser a nav hikûmetê û fikarên li ser parastina mafên wan dest pê kiriye.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku berteka birêvebiriya dadgeriyê ya li herêmê rewa bû çimkî wan paşguhkirin qebûl nekir.

Wî got piştî van pirsgirêkan, li Şamê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di astên cuda de gelek civîn hatine lidarxistin.

Fermandar Mezlûm eşkere kir ku bi hikûmeta demkî re lihevkirin çêbûye û hatiye qebûlkirin ku dadgerên Rêveberiya Xweser tevlî pergalê bibin û ji kar neyên derxistin.

Zimanê Kurdî û tabelayên li ser avahiyan

Mezlûm Ebdî li ser mijara rakirina zimanê Kurdî ya ji ser tabelayên dadgeha Hisîçayê got ku hikûmetê bi hinceta "saziya serweriyê" ev gav avêtiye.

Lê belê wî rave kir ku li gorî peymana nû, li bajarên wekî Kobanî, Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Dirbêsiyê dê tabelayên duzimanî (Erebî û Kurdî) werin bikaranîn.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku bertekên gel ên li dijî rakirina zimanê Kurdî mafdar û bihêz bûn.

Wî eşkere kir ku di dan û standinên li gel hikûmeta demkî de ev mijar dîsa hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî gotina wî, aliyê din soz daye ku di qonaxên pêşiya me de de pirsgirêka ziman û navan li

Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê jî çareser bike û tabelayên bi Kurdî ducare saz bike.

Banga aramiyê

Fermandarê Giştî yê HSDyê bangî şêniyan û bi taybetî jî bangî ciwanan kir ku aram bin da ku ev peyman li ser erdê werin bicihkirin.

Wî diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka dadgehan mifteya çareserkirina gelek pirsgirêkên din ên wekî pasaport, hilbijartin û qeydkirina erd û milkan e.

Mezlûm Ebdî di dawiyê de spasiya gel kir ji bo wê hestiyariya li hemberî parastina zimanê Kurdî nîşan daye.

Wî daxuyand ku divê hewlên ji bo bicihkirina zimanê Kurdî ya di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de bidomin.

Siyaset Haberleri

TAYBET - Yekîtiya Ewropayê rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan gotûbêj dike
Wezîrên Derve yên Spanya û Finlandayê: Mafên pêkhateyan li Sûriyeyê xeta sor e
Jêderek: Wezareta Navxwe ji bo Malîkî yekalî bûye
Parêzerên Hesekê li ber Koşka Dadê: Zimanê Kurdî nasnameya me ye
Îranê xwendekarekî zanîngehê îdam kir