Mezlûm Ebdî: Ji bo Kobaniyê piştgirî pêwîst e

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand ku Kobanî di rewşeke dijwar de ye û ji bo vê yekê piştgiriya navneteweyî pêwîst e.

Mezlûm Ebdî bi minasebeta şerê li derdora Kobanî û Bendava Tişrînê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku li Kobaniyê şer û pevçûn berdewam dikin û şervanên wan êrişên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê têk dibin.

Fermandarê HSDyê eşkere kir ku ew amade ne beşdarî pêvajoya nû ya siyasî bibin û got:

"Em amade ne ku ji bo avakirina Sûriyeyeke nemerkezî beşdarî pêvajoya nû ya li Sûriyeyê bibin."

Mezlûm Ebdî kişand ser wê yekê ku li Kobaniyê rewşeke taybet heye û got:

Li Sûriyeyê rewş hinekî aram e lê li Kobaniyê dîsa şer heye. Şervanên me bi berxwedaneke mezin êrişan têk dibin."

"12 hezar şervanên me şehîd ketin"

Fermandarê HSDyê ragihand ku li dijî DAIŞê de bi hezaran şervanan canê xwe ji dest daye û got:

"Di dema ku dewlet û hêzên cîhanî li hemberî DAIŞê bê deng man, şervanên azadiyê jê re got 'Bes e' û şerekî dîrokî kirin."

Mezlûm Ebdî bang li civaka navneteweyî kir ku divê êdî her kes bibêje "Êdî bes e" û li dijî êrişên li ser Kobaniyê helwestekê nîşan bide.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye