Mezlûm Ebdî: Divê çareserîyekî bingehîn bo çekdarên DAIŞê yên girtî bê danîn

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî daxwazê ji Hevpeymanan û civaka navdewletî dike, çareserîyên bingehîn ji çekdarên DAIŞê yên girtî re bê danîn.

Navenda Nûçeyan - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî tora xwe ya civakî Twitterê de di derbarê bûyerên li girtîgeha Hesekê ya çekdarên DAIŞê tê de isyan kirine de nivîsî: “Bi saya keda mezin a hêzên me û nêzîkatîya objektîf û bilez a li hemberî isyana girtîyên DAIŞê yên di girtîgehê de, me karî rê li ber karesatekê bigirin û rewşa di hundirê girtîgehê bixin bin kontrolê, bêyî ku ti rewşên revînê çê bibin.”

Mezlûm Ebdî herwiha got: “Divê hevpeymanên me û civaka navdewletî asta xebata xwe bilind bikin, ta ku çareserîyên bingehîn ji vê pirsgirêka navdewletî re were dîtin.”

Du roj berî naha derenge şevê çekdarên DAIŞê isyan li girtîgeha taxa Giwêran a Hesekê de kiribûn, derîyên hundirîn ên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û  qata jêrîn a girtîgehê jî kontrol kirin.

Hatibû ragihandin ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê revîyabûn, lê berdevkê Fermî yê HSDê Kîno Gabrîyel duh di daxuyanîyekê de tekez kir, ti çekdarek nerevîya ye û ew kontrola rewşê dikin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist