Mezintirîn hotêla tûrîstî ya Riwandizê ji ber xatirê Koronayê teslîmî hikûmetê hat kirin

Mezintirîn hotêla tûrîstî ya devera Riwandiz ya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê hat kirin da ku bo nehîştina nexweşîya Koronayê mifa jê were dîtin.

Navenda Nûçeyan - Xebat û kempêna hikûmeta Kurdistanê li dijî belavbûna nexweşîya Koronayê û nehîştina wê nexweşîyê didome. Li alîyekî din alîkarîyên kesên xêrxwaz û dewlemend jî roj bi roj zêde didin.

Li seyrangeha Bêxal, ku li nêzîkî bajarokê Riwandiz yê Başûrê Kurdistanê, hotêleka mezin bi navê Hotêl Mazîyar heye ku mezintirîn hotêla tûrîstî ye li wê deverê. Ew hotêl ya sê kesan e. Wan şirîkan hotêla xwe dan hikûmetê da ku di çarçoveya kempêna nehîştina Koronayê de mifayê jê bibîne.

Li ser vê mijarê, yek ji xwedanên hotêlê bi navê Îsa Mihemed ji BasNewsê re got, min û şirîkên xwe (şêx Mehdî Şêxanî û Qaîd Simko) me biryar da hotêla xwe teslîmî hikûmetê û wezareta tenduristîyê bikin heta ku vîrusa Koronayê xilas dibe.

Îsa Mihemed her wiha got, hotêla me ji zêdetir ji 200 textan pêk tê. Me bi her tiştî ve da hikûmetê. Me teslîmî qaymeqamê Soran Kirmanc Izet û berpirsê tenduristîya Soran, dr. Karwan Cemal kir da ku mifayê jê bibînin.

Bajarokê Riwandiz girêdayî bajarê Soran e.

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin