Mexdûrên Sûrê ji aliyê AKPê ve hatin xapandin

Hemwelatîyên Sûrê ku ev 5 meh e nikarin kirêya xanîyên xwe bistînin, ji alîyê AK Partîyê ve hatin xapandin. Ji wan re gotine werin mitînga Erdoganî ya li Amedê, heqê kireyên we bêne razandin lê naxer!

Hate ragihandin ku mexdûrên Sûra Amedê ku ev 5 meh e Şaxa AKPyê ya Sûrê heqê kirîya xanîya wan nade, ji alîyê AKPê ve hatin xapandin.

Hat gotin ku, AKPê rojekê berîya mitînga Erdoganî peyam avêtine mexdûrên Sûrê û gotiye "heke hûn werin mitînga Amedê ya Receb Tayyîb Erdoganî, em ê kirîya 5 mehan razînin hesabên we."

Mexdûrên Sûrê jî bawerî pê anîye û çûne mitînga Erdoganî lê digel ku 2 roj di ser re derbas bûye, kirîya wan nehatine razandin. Li ser vê jî malbatên Sûrê, li ber Gerînendetîya Amedê ya Bajarvanî û Derûdoran kom bûn û xwepêşandan kirin.

Malbatên Sûrê dibêjin: "Serokê Şaxa AKPya Sûrê bi telefonê liğ me gerîya û got beşdarî mitînga Erdoganî bibin heqê kirîya xanîyên 5 mehî an vê sibê an jî herî dereng roja duşembê li hesabên we dê werin razandin. Me jî pê bawer kir lê ne doh, ne roja duşembê alîkarîyên kirîyên xanîyan ranezandin. Ewana em xapandin."

(gazeteemek)

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da