Metran Werde: Herêma Kurdistanê mala ewle ya pêkhateyan e

.

 Serokê Esqafeya Kildanî li Hewlêrê Metran Beşar Metî Werde ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyên olî maleke ewle ye û tekezî li ser pêwîstiya birêxistinkirina karûbarên dêran bi rêya çarçoveyên yasayî kir.

Ev gotinên Metran Beşar Metî Werde, îro 26ê Gulanê di gotara wî ya vekirina "Konferansa Rêveberiya Weqfên Dêran" de hat ku ji aliyê Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê ve bi beşdariyeke berfireh a herêmî û navdewletî tê lidarxistin.

Metran Werde di axaftina xwe de got, "Em ê hewl bidin hemû Xirîstiyanên li Iraqê biparêzin," û amaje bi wê yekê kir ku "Madeya 43 ya Destûra Iraqê tekezî li ser azadiya hemû olan di rêveberiya weqf û karûbarên olî de dike."

Herwiha da zanîn, "Gelek yasedanerên Iraqî hewl dane ku dêran bi qanûnê biparêzin û divê karûbarên wan li gorî vê yekê bên birêxistinkirin."

Konferans bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest pê kir û biryar e çalakiyên wê sê rojan berdewam bikin. Di konferansê de kesayetên olî, akademîsyen, parêzer û pispor ji Iraq, Sûriye, Libnan, Misir û Urdinê beşdar in.

Konferans dê çend mijarên girêdayî têkiliya di navbera yasaya medenî û dêrê de di rêveberiya milkên dêrê de gotûbêj bike, herwiha dê yasayên welatên cîran û mekanîzmayên têkiliya yasayî û dêrî di vî warî de bên nirxandin.

Siyaset Haberleri

Qayimqamê Sîdenkanê: Bi ragihandina pêvajoya aştiyê, 100 gundên deverê tên avedankirin
Berdevkê AK Partiyê li ser hevdîtina HSD û Tirkiyeyê axivî
Foza Yûsif: Wê HSD ne dûr bibe dendika Artêşa Sûriyê
Nivîskara Kurd Karoş Taha ji bo xelata navdar a Almanyayê bûye namzed
Mustafa Ozçelîk: Dewlet ligel Ocalan û DEM Partiyê veşartî kar kar dike