Metirsiya vegera DAIŞê heye

Berpirsekî Wezareta Bergîriyê ya Amerîka di raportekê de ragihand, ji ber vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, DAIŞ careke din derdikeve û li Iraqê jî karînên xwe zêde kiriye.

Berpirsekî Wezareta Bergîriyê ya Amerîka di raportekê de ragihand, ji ber vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, DAIŞ careke din derdikeve û li Iraqê jî karînên xwe zêde kiriye.

Di raportê de hat, tevî DAIŞ li ser asta herêmî têk çûye, lê niha li Iraqê karînên wê zêde bûne û li Sûriyê jî careke din dest bi çalakiyên xwe dike.

Amaje bi wê jî kir, DAIŞê karî kiriyarên xwe li her du welatan yek bixe, sedemeke wê jî ew e, hêzên xwecihî nikarin operasyonên demdirêj birêve bibin, nikaran hejmarek operasyon di yek demê de bikin, û nikarin parasrtina xaka vegerandine bikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî roja 23ê Adara bûrî piştî kontrolkirina dawî berîka DAIŞê li Baxozê li parêzgeha Dêrazorê têkçûya DAIŞê ragihandibû.

Piştî bidawîbûna şer li rojhilatê Dêrazorê, HSDê ragihand, şerê wê li dijî DAIŞê kete qonaxeke nû û dê bi Hevrêziya bi Hevpeymaniya Navdewletî re operasyonên xwe li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê berdewam bikin.

Li gor şîrovekar û pisporên leşkerî, jinavbirina DAIŞê nayê wateya nemana metirsiyên wê, ji ber ku karînên wê yên liv û tevgera şaneyên razayî li navçeyên jidest dane hîna hene.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist