Mesûd Heyder: Diyarkirina Letîf Reşîd wek serokomar biryara Serok Barzanî bû

.

Şêwirmendê Serok Barzanî, Mesûd Heyder ragihand, Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di rûniştina Parlamentoya Iraqê de dengê xwe dan Berhem Salih, rast e Letîf Reşîd ji YNKê bû, lê belê diyarkirina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê biryara merciyê siyasî yê Kurdistanê Serok Barzanî bû û PDKê dengê xwe da wî.

Mesûd Heyder eşkere kir: “Rastiyek heye ku girîng bû, ew jî ew e ku îradeya Kurdî diyar kir kî dê bibe serokomar. Ew jî li cem Cenabê Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji hemû tiştan girîngtir e, ku ezmûna 2018an dubare nebe.”

Heyder destnîşan kir: “Letîf Reşîd para YNKê ye, lê belê Cenabê Serok Barzanî ew biryar da, ku ew nûnertiya Kurdan bike.”

Derbarê beşdarbûna di hikûmetê de ragihand: “Tenê PDK û YNK beşdarî pêkanîna hikûmetê dibin, %20ê postên wezaretan ji bo Kurdan hatiye danîn, ku ew jî Wezarata Derve, Wezareta Avakirinê, Wezareta Dadê û Wezareta Jîngehê ji bo Kurdan hatine danîn.”

Mesûd Heyder got: “Îradeya siyasî ji bo çareseriya kêşeyan girîng e, eger aliyên siyasî ji wan têgihiştinan paşve biçin, serokwezîr jî nikare wan cîbicî bike.”

Derbarê rêkeftina ligel Çarçoveya Hevahengiyê de Mesûd Heyder eşkere kir: “Rêkeftin hatiye nivîsandin, îmze li ser hatiye kirin, di rêkeftinê de tekezî li ser wan mijaran hatiye kirin ku Cenabê Serok Barzanî tekezî li ser wan kiriye, ew jî hevtêgihiştin, hevsengî û hevparî ye.”

ÇAVKANÎ

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin