Mesrûr Barzanî û Plasschaert çareseriya destûrî ya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin  

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di civînê de behsa rewşa Îraqê, pêşhatên dawî yên danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û mekanîzmayên çareserkirina pirsgirêkan hatin guftûgokirin, bi taybetî bicihkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî ya sala 2021an.

Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin û maf û hêjayîyên darayî yên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin.

Di mijareke din a civînê de, tekezî li ser girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê hate kirin ku divê weke xwe were cîhbicîhkirin, ji bo vegerandina ewlehî û aramî bo deverê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin