Mesrûr Barzanî û Erdogan civîyan

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê civîyan.

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Koşka Serokomarîya Tirkîyê ya li Enqerê li gel Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan civînek pêk anî.

Civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan demjimêrekê berdewam kir û ji alîyê Tirkîyê di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, Serokê îstîxbareta wî welatî (MÎT) Hakan Fîdan jî amade bûn.

Mesrûr Barzanî îro bi serdana fermî gihişt Enqereya paytexta Tirkîyê û yekem civîna xwe li gel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu encam da.

 Piştî civivînê, Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu konferanseke rojnamevanîyê pêk anî bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê konferansê de tekez kiribû ku wî nîgeranîyên xwe yên derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê de gihandîye alîyê Tirk.

Derbarê peywendîyên di navbera herdu alîyan de jî Serokwezîr Barzanî got, “Me tekezî li ser wê yekê kir, ku em pêwendîyên xwe bi pêş bixin û asta bazirganîya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê ber bi pêş ve bibin.”

Çavuşoglu jî gotibû ku ew dixwazin wek Tirkîye pêwendîyên xwe li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêş bixin.

Herwiha di pêşwazîya Mesrûr Barzanî de ku ew cara yekê ye weke Serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkîyê dike, Ala Kurdistanê hate danîn.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist