Mesrûr Barzanî: Tundîya cinsî zîyaneke mezin digehîne civakê

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25.11.2019ê bi boneya 25ê Mijdarê roja cîhanê ya tekoşîna tundîya dijî jinan de peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan- Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya di tora civakî ya twitterê de ragehand: ‘’Îro di roja cîhanî ya nehiştina tundîya dijî keç û jinan de, ez keyfxweşim ku dibînim hejmarek zêde ya jinan nav civaka me de bi kiryarî kar bo wekhewîya cinsî dikin.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Pêwîste em hemû têbigehin ku tundîya cinsî çi zîyaneke mezin dide jinan û civakê.’’

Di dawîyê de jî got: ‘’Bi haşteg, em cîhanê bikin rengê porteqalî’’

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir