Mesrûr Barzanî serdana Kurdistan24 û cihên ji ber êrîşê zirar dîtine kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo karmendên Kurdistan24ê: “Ez bi we şanazî dikim."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana cihên ku ji ber êrîşa terorîstî ya şeva borî zirar dîtine, kir.

Îro yekşemê 13ê Adara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana saziya Kurdistan24ê kir, ku di encama êrîşê de zirar gihîştin saziyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de spasiya karmendên kanalê kir û got: “Ez destxweşî li we dikim, duh min temaşe dikir, ku min dît bername ranewestiyan û hûn hemû vegeriyan ser îş û karên xwe, ev cihê destxweşiyê ye û tiştê girîng ew e ku serê we bi silamet be û hûn bi silamet bin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez bi we şanazî dikim, ji ber ku we çok dananî û hûn di weşana xwe de berdewam bûn, destê we sax be.”

Herwiha di beşeke din a serdana xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê çû cihên sivîl û deverên niştecîbûna welatiyan ku di encama êrîşa terorîstî de zirar gihiştine wan deveran.

K24

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe