Mesrûr Barzanî: Rewşa ne asayî ya Kerkûkê nayê qebûlkirin

Mesrûr Barzanî: Rewşa ne asayî ya Kerkûkê nayê qebûlkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di sêyemîn salvegera rûdanên 16ê Cotmehê û dagirkirina Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand: “Rewşa ne asayî ya Kerkûkê cihê qebûlkirinê nîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û ragihand: “Ev rewşa ne asayî ku di encama xiyaneta xakfiroşî de, li Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî derketiye holê, cihê qebûlkirinê nîne.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Em ti car birîna xiyaneta xakfiroşan ji bîr nakin. Lê belê birîna ji xiyanetê kûrtir ew e ku gel ceza nede xiyanetkaran.”

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir