Mesrûr Barzanî qurbanîdana Pêşmerge û gefên DAIŞê dibe Konferansa Asayişê ya Munchenê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarîyê di Konferansa Asayişê ya Munchenê de bike, îro 13. 02. 2020an bi serokatîya şandeke hikûmî ber bi Almanyayê birê dikeve.

Navenda Nûçeyan - Biryar e Konferansa Asayişê ya Munchenê roja 14 – 16ê vê mehê birêve diçe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinan bi hejmarek ji berpirsên pilebilind û xwedî desthilat ên di konferansê de beşdar in re dike û rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêwendîyên Herêma Kurdistanê bi civaka navdewletî re guftûgo bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyanîyeke rojnamevanî de ragihand: “Li perawîza Konferansa Asayişê ya Munchenê çendîn hevdîtinên me bi berpirsên pilebilind ên cîhanê re dibin û behsa qurbanîdana Pêşmerge di şerê li dijî terorê û gefên berdewam ên DAIŞê dikin, ku pêwîstî bi hevahengîya zêdetir a civaka navdewletî heye, bo rûbirûbûna wan gef û metirsîyan”.

Ev çend sal in, Mesrûr Barzanî yek ji beşdarên sereke yên Konferansa Asayişê ya Munchenê ye.

Ji Buhara sala 1963an ve li Munchen a Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehîya cîhanê gotûbêj tên kirin.

 

Siyaset Haberleri

Emar el Hedawî: Rêveberiya Xweser ne federalîzmê, nenavendiya îdarî dixwaze
Ferîd Sedûn: Ehmed Şer amade ye nenavendîbûnê qebûl bike
Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin
Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir
Fuad Husên: Me bi Tirkiyeyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin