Mesrûr Barzanî: Qonaxeke nû ya pêwendiyên Kurdistan û Amerîkayê dest pê dike

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, bi îmzekirina du peymanên girîng re bi kompanyayên Amerîkî yên enerjiyê re, qonaxeke nû di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de dest pê dike. Barzanî da zanîn ku nirxê van peymanan bi dehên milyar dolaran e û dê elektirîkê ji bo bi milyonan kesan dabîn bike, derfetên kar peyda bike.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro 20ê Gulanê li hejmara xwe ya tora civakî "X" ragihand: "Qonaxeke nû ya pêwendiyên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, bi îmzekirina du peymanên girîng ligel (HKN Energy) û (Western Zagros) dest pê dike."

Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn, nirxê van herdu peymanan "bi dehan milyar dolaran e, dê elektirîkê ji bo bi milyonan kesan peyda bike, derfetên kar biafirîne û aboriya Kurdistanê bihêztir bike."

Ev daxuyanî piştî wê tê, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Washingtonê di merasîmekê de du peymanên girîng ên di warê enerjiyê de, di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê û herdu kompanyayên petrolê yên Amerîkî (HKN Energy) û (Western Zagros) de hatin îmzekirin.

Derbarê vê yekê de, Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutes, piştî pîrozbahiyê got: "Mesrûr Barzanî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêztir û berfirehtir kirine. Pêwendiyeke me ya gelek baş û bihêz bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re heye, herwiha serkêşiya Serokwezîr pêwendiyên bazirganî baştir kirine."

Steve Lutes herwiha destnîşan kir: "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roleke serkêşiyê ya baş û hekîmane lîstiye. Herwiha, berê jî bi şandeke bihêz serdana Waşintonê kiribû, ku ev yek jî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêztir kiriye."

Ev gav weke pêşketineke girîng di warê hevkariya aborî û stratejîk de di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de tê dîtin.

Siyaset Haberleri

Wezîrê Karên Navxwe li ser pêvajoya danîna çekan a PKKyê daxuyanî da
Bexda: Peymanên Herêma Kurdistanê yên di warê enerjiyê de betal in
Kaja Kallas: Ji bo aramiya Sûriyeyê divê em cezayan rakin
Qamişlo: Komxebata Yekitiya Kurdî hat lidarxistin
Aras Celal: 800 Kurdên Êzidî di girtîgehên Îdlibê de ne