Mesrûr Barzanî pêşwazî li berpirsa Rojhilata Navîn a wezareta derve ya Brîtanya kir

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li berpirsa Rojhilata Navîn a wezareta derve ya Brîtanya kir.

Navenda Nûçeyan- Doh 26.11.2019ê Mesrûr Barzanî pêşwazî li berpirsa beşa Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqa ya wezareta derve ya Brîtanyayê Stephanie Al-Qaa kir.

Di hevdîtinê de konsolosê giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê James Thornton jî amade bû û guftûgo derbarê guhertinên dawîyê yên Iraqê de hatin kirin, herwaha hat dîyar kirin ku, xirab bûna rewaş Iraqê di berjewendîya hemwelatîyên Iraqê û navçeyê bi giştî de jî nîne.

Herwaha teqezî hat kirin ku pêwîste derfet ji serokwezîrê re bê dayîn bo bersiva daxwazên rewa yên xwepêşanderan û çaksazîyan bikare encam bide.

Şandeya Brîtanyayê piştevanîya xwe bo çaksazîyên hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî li wezareta Pêşmerge re aşkera kir.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist