Mesrûr Barzanî: Necmedîn Kerîm kesayetekî niştimanperwer û têkoşer bû

.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawî ya Necmedîn Kerîm daxuyaniyek belav kir û got, “Necmedîn Kerîm kesayetekî niştimanperwer û têkoşer bû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya wefata siyasetmedar û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm peyameke serxweşiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî dibêje, “Bi xem û kesereke mezin, xebera koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û xebatkarê berçav û bi helwest yê Kurdistanê Dr. Necmedîn Kerîm gihîşt min.”

Serokwezîr Barzanî tekez dike, Necmedîn Kerîm “di dema Şoreşa Îlonê de wek pêşmergeyek û serkirdeyekî Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê, paşê jî li derveyî welat roleke girîng di xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de û nasandina pirsgirêka Kurd de li navendên dîplomatîk û akademîk yên cîhanê hebû.”

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî amaje bi wê dike, “Piştî azadkirina Iraqê ji destê rêjîma dîktator jî, wek parêzgarê Kerkûkê, şûna destê wî di kûrkirina ruhê pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda de û berevanî li mijarên niştimanî, diyar bû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha sersaxî li “malbata wî ya birêz û xelkê Kurdistanê bi taybet bajarê Kerkûkê” kir û got, “Ez xwe şirîkê xema wan dibînim. Xwedayê mezin ruhê wî bi bihûştê şad bike û aramiyê bide me hemûyan.”

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!