Mesrûr Barzanî: Keyfxweşim ku ji bo gihandina peyama Hikûmeta Herêmê li Davosê me

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, ew li Davosê ye, ji bo gihandina dengê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pevguhartina nêrînên xwe li ser pirsên cîhanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” nivîsî: “Xweşhal im li Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê me, ji bo gihandina dengê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pevguhartina nêrînên xwe li ser pirsên cîhanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî ji bo beşdariya di Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de bike, gihîşt Swîsrayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya çalakiyên korbendê de, dê beşdarî panelekê bi navnîşana (Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilatê Navîn de) bibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha li perawîza korbendê ku ji 22 ta 26ê Gulanê birêve diçe, dê çendîn civîn û hevdîtinên wî bi berpirsên pilebilind, xwedîkar, aborînasên herêm û cîhanê re hebin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin