Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê beşdarî merasîma sersaxiyê ya Hemze, kurê Serokwezîrê berê yê Iraqê Ayad Alawî bû. Piştî merasîmê, derbarê mijara mûçeyên xelkê Kurdistanê de ji rojnamevanan re axivî û ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê jî dikin ku ew jî erkên xwe bi cih bîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 5ê Gulanê gihîşt Bexdayê û beşdarî merasîma sersaxiyê ya kurê Ayad Alawî (Hemze alawî) bû. Piştre ji rojnamevanan re got: “Em hatine Bexdayê, da ku sersaxiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya kurê wî, bigihînin birêz Ayad Alawî.”

Derbarê mijara mûçeyên xelkê Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bicih anîne û bang li Hikûmeta Iraqê jî kir ku ew jî erkên dikevin ser milê xwe bi cih bîne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû
Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê