Mesrûr Barzanî îro bi pêkhateyên Kurdistanê re dicive

Endamê kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi pêkhateyên Herêma Kurdistanê re dicive.

Endamê kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi pêkhateyên Herêma Kurdistanê re dicive.
Li gorî Çavkaniyekî ji nivîsgeha Mesrûr Barzanî ragihandîye , Mesrûr Barzanî îro (22.06.2019) bi çend aliyên Tirkmenî re û piştre bi Eniya Turkmenî dicive. Piştre jî bi Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Nehrên Romyo Hekarî û şandeke wê partiyê re dicive.
Wî çavkaniyê aşkere kir ku, piştî nîvro Mesrûr Barzanî bi Tevgera Aşûrî û piştre bi Encûmena Gel a Kildanî Aşûrî dicive û mijara a sereke ya civînan jî, beşdariya pêkhateyan di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û wergirtina C.Vyên namzetan ji bo erkên wezarî re..
Mesrûr Barzanî roja 12ê Hezîranê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna kabîneya nehem hat erkdar kirin . ji bo  wê mebestê jî roja 17ê Hezîranê Mesrûr Barzanî li bajarê Silêmaniyê  bi awayekî cuda bi her yek  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Sosyalist a Kurdistanê û Tevgera Goranê civiyabû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist