Mesrûr Barzanî: Hewlêr roleke erênî ji bo cîgirbûna rewşa Iraqê digire

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Toller kir. Di hevdîtinê de, Serokwezîr Barzanî tekez kir, Herêma Kurdistanê roleke erênî ji bo cîgirbûna rewşa Iraqê digire.

Navenda Nûçeyan- Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, guftûgo derbarê dawî guhartinên Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin. Tekez li girîngîya arambûna rewşa Iraqê hate kirin.

Li gor daxuyanîya Hikûmeta Herêmê, Serokwezîrê Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê rolek erênî ji bo arambûna rewşa Iraqê digire.

Di wê çarçovê de, Balyozê Amerîka jî, piştevanîya xwe ji bo wê hevtêgihiştin û pêşkeftinan derbirî, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, taybet bi budceya 2020an

Herwiha pabendibûna welatê xwe jî, bi piştevanîkirina Herêma Kurdistanê tekez kir.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist