Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im kongreya YNKê bibe derfetek

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya encamdana kongreya giştî pîrozbahî li YNKê kir û got, “Hêvîdar im ev kongre bibe derfetek bo xizmetkirina pirsên niştimanî.”

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya çarem kongreya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahîyê arasteyî serkirdayetîya wê partîyê kir û pîrozbahîyên xwe pêşkêş kirin.

Mesrûr Barzanî ragihand, “Pîrozbahîya serkevtina kongreya çarem li birêz endamên Encûmena Bilind a Sîyasî û Encûmena Giştî ya Serkirdayetîyê û hemû endamên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê dikim.”

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im kongreya YNKê bibe sedema piştevanîyeke zêdetir bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ta ku li gel hev xizmeta şayîstetir a xelkê Herêma Kurdistanê bikin û berevanîyê li mafên destûrî bikin.”

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir