Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bûdçeya giştî kêmtir ji %5î debara xwe kirîye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyîneke ligel medyakarên ereb û Iraqê de aşkere kir Herêma Kurdistanê ne bûdçeya ji %17 belkî ji %5 jî wernegirtîye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyîneke ligel medyakarên ereb û Iraqê de aşkere kir Herêma Kurdistanê ne bûdçeya ji %17 belkî ji %5 jî wernegirtîye. Lêbelê dîsan jî Herêma Kurdistanê debara xwe kirîye. Pêwîste divê bê pirsîn Iraqê çi li bûdçeya %95 kirîye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rexne li hikûmetên Iraqê girt û da zanîn Herêma Kurdistanê ji %17 bûdçeya Iraqê wernegirtîye û bi awayekî neyasayî ji %12 bûdçeya Herêma Kurdistanê hatîye kêmkirin û ji %5 bûtçe bo Herêma Kurdistanê hatîye şandin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan dike û dibêje divê ji hikûmetên Iraqê bêpirsîn bê çi li bûdçeya %95 hatîye kirin?,

Barzanî destnîşan kir ku hikûmetên Iraqê xelkê Kurdistanê yê li ber êrîş û zulma rejima Seddam ketine qerebû nekirîye û di warê penebarên li Herêma Kurdistanê jî de ji Kurdistanê re nebûye alîkar.

Serokwezîr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de behsa êrîşên sala 2014an ê DAIŞê jî dike û dibêje ew dema DAIŞ nêzîî sînorê Bexdayê bû Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ew bawerî û efsaneya terorîstên DAIŞê li sengerên şer dişkenand û ev jî bû sedem ko hêzên Iraqê xwe amade bikin û dest bi êrîşên li dijî DAIŞê bikin.

Barzanî herwiha dibêje di şerê li dijî DAIŞê û nehiştina DAIŞê li Herêma Kurdistanê hikûmerên Iraqê alîkarî nedane hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist