Mesrûr Barzanî: “Ez vê êrîşa rezîlane şermezar dikim”

Mesrûr Barzanî: “Ez vê êrîşa rezîlane şermezar dikim”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser bûyera şewitandina baregeha PDK ê ya li Bexdayê û şewitandina ala Kurdistanê şermezar kir û got:

“Kiryara li hemberê remza herî pîroz ya Kurdistanê û li hemberê partiya ku herî zêde di roxandina dîktatoriya rejîma Baasê de bedel daye hatiye kirin, nîşana kiryara li hemberê qedr û qiymetên demokrasiyê ye.”

Barzanî di mijara şewitandina ala Kurdistanê û baregeha leqa 5 ê ya PDK ê de, bi serokwezîrê Iraqê bi Mustafa Kazimî re di rêya telefonê de jê xwestiye ku pêvajoya qanûnî bide destpêkirin. Serokwezîr Barzanî got ku wê êrîşa rezîlane şermezar dike û weha dewam kir:

“Ez êrîşa li Bexdayê ya ji aliyê grûbekî li dijî qanûn ya ser PDK ê û ser ala Kurdistanê ya rezîlane şermezar dikim. Bêrûmetiya li hemberê sembola herî pîroz ya Kurdistanê û şewitandina wê û li hemberê PDK ê ku di roxandina rejîma dîktator ya Saddam de partiya ku herî zêde bedel daye, nîşan dide ku li Iraqê aşkera êrîşê ser demokrasiyê, pêkvejiyanên û aştiyê hatine kirin ku qiymetên me yên herî bilindin.

Di axaftina min û serokwezîrê Iraqê rêzdar Mustafa Kazimî de, em li ser vê êrîşê axifîn. Min jê xwest ku li ser vê mijarê lêpirsîn destpêbike û di derbarê êrîşkaran de pêvajoya qanûnî destpêbike.”

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê