Mesrûr Barzanî: Ez êrişa li Şamê bi tundî şermezar dikim

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişa li Şamê bi “tundî” şermezar kir.

Doh êvarê (22-06-2025) li Dêra Mar Elyasê ya Şama paytexta Sûriyeyê teqînek çêbû.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di vê teqînê de 22 kes mirine û 63 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî da zanîn ku "Terorîstekî DAIŞê ev êriş kiriye."

“Em li dijî her cureyê terorê ne”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê ev êriş şermezar kir û got:

“Ez êrişa terorî ya Dêra Mar Elyasê ya li Şamê bi tundî şermezar dikim.

Fikr û ramanên min li cem qurbanî, malbatên wan û her kesî ne ku vê êrişê bandor li wan kiriye.

Em alîgirên azadiya baweriyê ne û em li dijî her cureyê terorê ne.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist