Mesrûr Barzanî: Divê xelk hest bike hikûmet wan diparêze

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mersûr Barzanî dibêje, divê xelk hest bike ku hikûmet wan diparêze û xizmeta wan dike.

Navenda NûçeyanSerokwezîr Mesrûr Barzanî li ser twîttera xwe peyamek belav kirîye û gotîye: “Min pir zelal gotîye ku em naxwazin îradeya xwe bi ser xelkê de bisepînin, belkî em ji bona xizmetkirina xelkê li vir in. Bo vê jî em dixwazin Kurdistaneka bihêz çêbikin. Em hetmen di vê hizrê de ne ku zêdetir ber bi cîhanê ve vebin.

Mesrûr Barzanî di beşeka din ya peyama xwe de gotîye: Divê em çavkanîyên xwe yên aborî fireh bikin û pêwendîyên xwe jî bi Bexdayê re normal bikin. Bê guman divê em reformên zêdetir bikin ji ber wê jî me piroseya reforman daye destpêkirin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê di dûmahîka peyama xwe de jî ragihandîye, divê bawerîya xelkê bi hikûmetê were ji ber ku lazim e xelk hest bike ku nûnerên wan li hikûmetê hurmeta wan digirin, her wiha divê xelk hest bike ku hikûmet wan diparêze û xizmeta wan dike.

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye