Mesrûr Barzanî: Di demek nêzîk de gotûbêj dest pê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, di demek nêzîk de şandên Kurdistan û Bexdayê dê li ser çareserkirina pirsgirêkan dest bi gotûbêjan bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, di demek nêzîk de şandên Kurdistan û Bexdayê dê li ser çareserkirina pirsgirêkan dest bi gotûbêjan bikin.


Encumena wezîran ya Kurdistanê îro civîna xwe ya duyemîn li dar xist.


Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê malpera fermî ya hikûmetê ve hatiye belavkirin, di civînê de êrişa terorîstî ya Hewlêrê dîsa hat şermezarkirin û destxoşî li hêzên ewlehiyê hat kirin bo girtina tohmetbarên wê êrişê.


Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji wezîran kir bi baştirîn şêwe hurmeta welatiyan were girtin û feq û cudahiyê nexin navbera wan.


Mesrûr Barzan da zanîn, di demek nêzîk de şandên Kurdistan û Bexdayê dê li ser çareserkirina pirsgirêkan bicivin.
Di beşeka din ya civînê de behsa elektironîkirina xizmetguzariyan hat kirin û hat gotin ku bila welatî malpera fermî ya hikûmetê wek çavkaniyên belge û agahiyên fermî bikar bînin.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?