Mesrûr Barzanî dê beşdarî Davosê bibe

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê bibe îro Şemiyê ber bi Swîsreyê ve bi rê ket. Li gorî daxuyaniya hikûmetê, Mesrûr Barzanî dê di çarçoveya forumê de çend hevdîtinan pêk bîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 21ê Gulana 2022an ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanî de beşdarî panela bi navê "Pêkhateyeke nû ya ewlehiyê li Rojhilata Navîn" bibe.

Hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî dê di Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê ya ku 22-26ê Gulanê were lidarxistin de çendîn hevdîtinan ligel berpirsên payebilind, karsaz û aborînasên herêmê û cîhanê pêk bîne.

Her wiha hat ragihandin, di forumê de guherînên dawî yên li Iraq û navçeyê jî di nav de, giringiya pirrengkirina aborî û çavkaniyên dahatê, giringiya başkirin û çaksaziya sîstema bankî, peydakirina bazarên nû ji bo berhemên çandiniyê ya Kurdistanê, pêşxistina bazirganiyê û veberhênanê bên gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

PWKyîyan Îro Jî Li Amedê Li Kolanan Belavok Li Gel Belav Kirin
PWK salvegera 2 salîya damezrandina xwe li Amedê pîroz dike
PWKyîyan Li Amedê Li Kolanan Belavokên 2 Salîya PWKyê Belav Kirin
Serokê PWK, Mustafa Ozçelîk bi Alî Çeven re axivî: "Em li gel te ne"
PWK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin