Mesrûr Barzanî: Çaksazî proseyekî berdewame û hemû sektoran jî digre navxwe

.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serpereştiya civîna lijneya bilind a bicîhanîna yasaya çaksaziyê kir.

Di civînê de guftûgo derbarê pêngavên bicîhanîna yasaya çaksaziyê li mûçe û hebûn û bexşîn û îmtîyaz û malnişîn di wezaret û saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê de hat kirin.

Serokê hikûmetê amaje bi wê yekê kir ku armanca çaksaziyê ava kirina dadperwerî û parastina mafên xelkê layîq e. Teqez jî kir ku çaksazî proseyekî berdewame û hemû sektoran digre navxwe û hikûmeta herêma Kurdistanê jî rijde li ser berdewam kirina çaksaziya koordine û darayî û nehiştina gendelî û îsraf kirina samanên giştî.

Di civînê de sekretere lijneya bilind a bicîhanîna yasaya çaksaziyê Ebdulhekîm Xisrew jî pêngavên bicîhanîna yasaya çaksaziyê aşkera kirin. Piştre wezîrên peyvendîdar li gor taybetmendî, raporta xwe ya derbarê birêveçûna bicîhanîna yasaya çaksaziyê, bi hejmar û zanyariyên pêwîst pêşkeş kirin, ku taybet bû derbarê mijarên peyvendîdar bi mûçe, îmtiyaz, malnişînî û rêxistin kirina hêzên Pêşmerge û nehiştina rutîn li fermangeh û saziyên hikûmetê de.

Piştî guftûgoyan û danûstana fikir, biryar hate dayîn hejmarek erkdariyên bên kirin bixin pêş civîna encûmena wezîran ku pêngavên bicîhanîna yasaya çaksazî bên temam kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin