Mesrûr Barzanî bi boneya 46.mîn salvegera bombebarna Qeladizê de peyamek belav kir

Bi boneya 46.mîn salvegera bombebaran kirina bajarê Qeladizê de, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan - Mesrûr Barzanî ragehand;

Li salvegera bombebaran kirina bajarê Qeladizê li 24/4/1974 ji alîyê rijêma Diktator a Beis ve, ku bû sedema kavilbûna Bajêr û şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan kesên bê guneh, ku pişkeke mezin ji wan xwandekarên Zanîngeha Silêmanîyê bûn, ku wê demê li Qeladizê bû. Cihê daxêye, her roja 24/4/1982 jî rijêma Beisê dîsan tawanek li beramberî wî bajêrî encam da û xwenîşandanek gullebaran kir, ku bo rêzgirtinê ji qurbanîyên bombebarana Qeladizê hatibû encamdan.

Serê xwe bi rêz û ve diçemînin li hember canê paqij ê şehîdên herdû karesatan û bi rêz ve wan bibîrtînim.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist