Merkel: Nabe penaberên Sûrî bê çavdêrîya navdewletî vegerin bakurê Sûrîyê

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel radigihîne, ne bi çavdêrîya navdewletî be, nabe penaberên Sûrî vegerin bakurê Sûrîyê.

Navenda Nûçeyan- Li perawîza civînên NATOyê li Londonê, îro lûtkeyeke çaralî di navbera Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, Serokê Fransayê Emmanuel Macrom, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û Serokomarê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan birêve çû û dosya Sûrîyê û pêwendîyên bi Tirkîyê re hatin guftûgokirin.

Merkel di lûtkeyê de ragihand, di pirsa vegera penaberên Sûrîyê de, divê gengeşeyên dirêj bêne kirin û tekez kir, “Nabe penaber vegerin bakurê Sûrîyê, ne bi çavdêrîya navdewletî be.

Herwiha Merkel rexne li operasyona Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê girt û got, divê hewl bê dayîn bo çareserîyeke sîyasî bo Sûrîyê were dîtin û destûreke nû bê danîn.

Ji alîyê xwe ve, Serokê Fransayê Emmanuel Macron dîyar kir, hevnerînek baş derbarê vegera penaberên Sûrî di navbera her çara welatan de heye û divê çareserîyeke sîyasî ji krîza Sûrîyê re bê dîtin.

Ev yek di demekê ye, rayadarên Tirkîyê dibêjin, armanca wan ji avakirina “herêma ewle” li rojhilata Firatê ew e, 2 milyon penaberên Sûrî lê bicih bikin.

Her di vê derbarê de jî, îro Peyvdarê Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê Îsmaîl Çataklî da xuyakirin niha 369 hezar û 690 penaberên Sûrî hatine vegerandin.

Herwiha Şêwirmenda Almanyayê amaje bi wê jî da, di lûtkeya çaralî de li wê hatîye tekezîkirin, ku divê şerê li dijî DAIŞê berdewam be.

 

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê