Mendelawî xwest ku Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe alîkar

.

Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê Muhsîn Mendelawî ji Serok Barzanî xwest ku ji bo çareserkirian pirsgirêkan bibe alîkar.

Serok Barzanî û Wekîlê Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê Muhsîn Mendelawî li Bexdayê hevdîtinek kir.

Serok Mesûd Barzanî piştî 6 salan çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Serok Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Alîkarê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîm, Wezîrê Parastinê Sabit Ebasî, Wezîrê Karûbarên Civakî Ehmed Esedî û gelek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Serok Barzanî hevdîtina xwe ya ewil Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kir û wan peyamên girîng dan.

Serok Barzanî îro jî bi Wekîlê Serokê Encûmena Nûneran a Îraqê Muhsîn Mendelawî hevdîtinek kir.

Ofîsa Barzanî ragihand ku Serok Barzanî û Muhsîn Mendelawî li ser mijarên cuda yên li rojevê axivîne.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, Muhsîn Mendelawî pesnê “Rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di pêvajoya siyasî ya Îraqê de” daye.

Muhsîn Mendelawî herwiha xwestiye ku Serok Barzanî ji bo çareserkirian pirsgirêkan bibe alîkar

Ofîsa Barzanî ragihand ku “diyarkirina serokê encûmena Nînowayê” jî yek ji mijarên hevdîtinê bû.

Kurdistan Haberleri

Piştî hişyariyên Herêma Kurdistanê Şamê bi paş de gav avêt
‘Komek Arîşe û Hêvîya Zimanekî Yekbûyî’ ji nav weşanên SZKyê derket
HSDyê bîlançoya operasyonên xwe yên 2025an belav kir
Nakokiyên serokwezîrtiyê: 'Malîkî tawîzê nade, Sûdanî jî rêyeke din qebûl nake'
Şandeyeke Kurdên Êzidî ji Almanyayê diçe Enqereyê: 'Dê bi Erdogan re bicive'