Melaya jin yekem nimêja Înê da kirin

Li Danîmarkayê jin a bi navê Sherin Khankan, bû yekemîn melaya jin ku nimêja Înê da kirin.

Li Danîmarkayê jin a bi navê Sherin Khankan, bû yekemîn melaya jin ku nimêja Înê da kirin.

Yekemîn mizgefta teybetî a jinana li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê vebû.

Di rêwresma vekirinê de 60 jin amadebûn û melayên jin Sherin Khankan û Saliha Marie Fettah sela xwendin.

Khankan vekirina mizgefta jinanan weke hewldanek femînîstî binav kiribû û gotibû ku ew dixwazin mafê wekheviya jinan biparêzin.

Melaya jin piştî nimêja Înê di hevpeyvînekê de ji rojnameya Guardianê re got ku ew rexneyên di warê olî de ji bo wan tên, ne rast in, hîmê wan ê teolojîkî pir bihêz e.

Khankan xelkê Sûriyê ye û ew dibêje di nava çand û olên cuda de mezin bûye, vê yekê jî bandor lê kiriye ku hewla vekirina mizgeftek taybetî ya ji ji bo jinan bide.  

Beriya welatên Îskandînav, li Çînê mizgeftên teybetî yên jinan hatine vekirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist