Mela Bextîyar: Planeke mezin ji alîyê Tirkîyê ve hebû

Mela Bextîyar ragihand ku Tirkîyê derbarê Rojavayê Kurdistanê de planeke mezin hebû lê dibêje, ew plana Tirkîyê bi ser neket.

Navenda Nûçeyan- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbûroya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Mela Bextîyar, di derbarê Rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand, ku pilaneke mezin ji alîyê Tirkîyê ve hebû bo ku hemû Rojavayê Kurdistanê têk bide.

Mele Bextîyar dibêje lêbelê ew plana Tirkîyê ya têkbirina Rojavayê Kurdistanê bi ser neketîye lê dibêje divê alîyên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina mafên Kurdan bi bernameyeke hevbeş tevbigeri.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbûroya YNKê tekez jî kir ku divê niha Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) sûdê ji şaşîyên xwe yên berê werbigrin.

Herwiha Mela Bextîyar destnîşan jî kir ku pêwîst e, hemû alîyên Rojavayê Kurdistanê bi hev re bikaribin, bi projeyeke hevbeş danûstandinê bi hikûmeta Sûrîyê re bikin, ji bo ku mafên Kurdan di destûrê bê ya Sûrîyê de werin bicîkirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist