Mehmûd Osman: Divê serkirdayetîya sîyasî ya kurd bicive

Sîyasetmedarê naskirî yê kurd Mehmûd Osman aşkere kir divê serkirdayetîya kurd a Herêma Kurdistanê derbarê rewşa herêmê bicive.

Piştî roja kuştina Fermdeyê Hêza Quds a Îranê Qasim Silêmanî Cîgirê Heşdî Şabî Ebû Mehdî Mûhendîs roja înê 03-01-2020an li Bexdayê ji alîyê Amerîkayê va rewşa herêmê ber bi alozîyê va diçe. Rewşa kurdan a di vê alozîyê jî da bûye cihê nîqaşê.

Sîyasetmedarê û yek ji damezrînerê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê Dr. Dîndar Doskî derbarê alozîya li herêmê da ji BasNewsê ra axivî û da zanîn merc nîne rewş bo kurdan xirab bibe. Ew niha nizanin bê ka wê çi rû bide.

Di berdewamîyê jî da Dr. Dîndar Doskî da zanîn ku milmilaneyên Îran û Amerîkayê kevn in û niha ew alozîya Amerîka û Îranê hatîye Rojhhilata Navîn. Herwiha Doskî da zanîn ku dive Kurdistan bo her egerekê amade be lê ew niha nizanin bê ka wê çi rû bide.

Li alîyê din sîyasetmdarê naskirî yê kurd Mehmûd Osman jî  ji BasNewsê ra axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku divê serkirdeyên kurd bo gotûbêjkirina rewşa herêmê li hev bicivin û bizanin bê ka çi rû dide.  Di berdewamîyê  jî da Mehmûd Osman bi pêwsît zanî ku projeyeke kurdan a niştimanî hebe û ew di egera her rûdanekê da kurd bo wê projeyê kar bikin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin